Karapetê Xaço, hunermendê Ermenî yê di xizmeta hunera kurdî de

Karapetê Xaço, hunermendê Ermenî yê di xizmeta hunera kurdî de

Karapetê Xaço di 3ê Îlona 1900î de li gundê Blêderê yê eşîra Raşkûta ya parêzgeha Batmanê ya Bakurê Kurdistanê di malbateke Ermenî de hatiye dinê. Di 15 saliya xwe de dê û bavê wî rastî cenosîda Ermeniyan hatin. Ew bi xwe li gel 2 birayên xwe û 2 xwîşkên xwe ji aliyê serbazekî ve tên rizgar kirinê.

Rojnameya Kurdistanî Nwê raportek berfireh li ser hunermendê Kurd ê bi eslê xwe Ermenî belav kiriye ku çawa xizmeta hunera Kurdî kiriye û çanda Kurdî vejandiye....

Hunermendê gelêrî Karapetê Xaço hemû berhemên xwe bi Kurdî di Radyoya Êrîvanê de tomar dike û yekemîn strtana wî jî (Zenbîl Firoş) bûye û piraniya stranên xwe li ser dîroka Kurd û stemkariyê û sedemên şer û dagirkirina Kurdistanê bûne.

Di sala 1929an de bi xwişk û birayên xwe re direvin Bin Xetê (Rojavayê Kurdistanê) û li Qamişloyê bi cih dibin.

Di sala 1936an de bi jineke Ermenî re dizewice û kur û çar keçên wan çêdibin.  Zêdetirî 10 salan di artêşa Fransa ya ku Sûriyê dagîr kiribû de xizmet kir.

Bi zanîna xwe ya li ser zimanê kurdî, bi hewesa xwe ya ji bo hunera kurdî û bi dengê xwe yê resen a gelêrî, roleke mezin di xurtkirina zimanê kurdî û geşkirina hestên neteweyî de di nav kurdên diyaspora yên Yekîtiya Sovyetê ya berê, bi taybetî li Ermenistanê de lîstiye.

Di sala 1946an de ew û malbata xwe vedigerin welatê bav û kalên xwe li Ermenîstanê, 40 kîlometre li rojavayê Erîvanê nîştecî dibin.

Piştî mirina Stalîn di sala 1956an de, di komarên Sovyetê de guherînên mezin çêbûn û maf û azadiya derbirînê ji bo hindikahiyên etnîkî gelek pêş ket.

Çalakvan û ronakbîrên kurd jî ji bo parastina ziman û nasnameya kurdî li Komara Ermenistanê çendîn komeleyên siyasî û sivîl ava kirin û çend kovar û rojname derxistin.

 Radyoya Dengê Kurdan li Êrîvanê jî wê ji berê çalaktir tevgera hunerî û çandî ya Kurdî divejîne.

Hunermendê netewî yê Kurd Karapetê Xaço hemû berhemên xwe bi Kurdî di Radyoya Êrîvanê de tomar dike.

Di wê derbarê de rojnamevan û endamê Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê Miraze Cemal ji rojnameya (Kurdistanî Nwê) re dibêje: “Karapetê Xaço bi rihê xwe Kurd bû, Karapetê Xaço hertim digot: “Ez Kurd im” û di stranên xwe ev yek rengdabû û bi dirêjahiya temenê xwe xizmeteke mezin ji bo kultur û huner û zimanê kurdî kiriye.

Mirazê Cemal dibêje: “Rayedarên wî demî yên Ermenîstanê gelek zext li wî kirin ku ji bo welatparêzên Kurdistanê di Radyoya Êrîvanê de stranan tomar neke. ”

Got jî: “Tevî ku bi eslê xwe û bi xwîna xwe Ermenî bûye jî, lê belê di ruhê wî de evîna kurd û kurdayetiyê hebû û di wê baweriyê de bû ku gelê kurd û ermen xwedî dîrokeke hevpar a zext û dagirkeriyê ne û ji aliyê taybetiyên civakî ve ew qas ji hev cuda nînin.

Mirazê Cemal got ku, Xaço kesekî welatparêz buye û tu cudahiya nijadî naxe navbera her du neteweyên kevnar û her dem hêvîdar bû ku gelê kurd bigihê mafên xwe. û di salên 90`an de rojane li radio û çapemeniya cîhanê dişopand û ji nêzîk ve agahdarî rewşa şoreş û raperîna xelkê Kurdistanê bû li başûrê Kurdistanê.

Hunermend Karapetê Xaço di 15.1.2005an de li gundê Sulxoza Çaran di temenê 105 salî de koça dawî kir.

XELAT