EFRÎNA BIRÎNDAR
Helbest: Ayhan Demir
Çîyay kurmênc dûmane
Ev çi axir dewrane
Ser rakirin fermane
Hewara min Efrîn e
Bajarê “Nebî Hurî”
Ey bûka gerden morî
Îro çima hêsîrî
Keser a min Efrîn e
Kehla pîroz “Sîrûse”
Mîna çira û sûse
Nav Rojava diçrûse
Sehera min Efrînê
Ser çîyayê “Lêlûnê”
Ez çê nakim hêlûnê
Çi bikim wê hebûnê
Qeder a min Efrîn e
Kanyên şirîn avên xweş
Bin dikişe “çemê reş”
Dikenin tev gulên geş
Beşera min Efrîn e
“Deşta hemkê” tev kuncî
Hezar cure narincî
Zeytûnê te birîncî
Debara min Efrîn e
“Besta Cûmê”çi dûze
“Bêlûs”ser mêl û qûze
Kom bûne bûk û qîze
Dîlbera min Efrîn e
“Çemêreş” xweş dikişe
Derdor rezên êmîşe
Hemû çerez kişmîşe
Bêpara min Efrîn e
Şewitandin baxçe bax
Dilê min bû dexme dax
Ne mirîme ne jî sax
Keder a min Efrîn e
Naqîrin ew şev û ro
Dengbêj Evdo Omero
Nastirê Cemîl Horo
Dîdara min Efrîn e
“Cindirês,Reco, Bilbil”
Li me bûye derd û kul,
“Şeran” dinale ji dil
Kesera min Efrîn e
Xatrê Jikevta pîroz,
Li “Duderê”bidin soz
Wenda nekin dew û doz
Sitara min Efrîn e.
Xemla xewn û xeyalan
Tu yî bûka me kurdan
Dayîk a Arîn mîrkan
Ew şêr a min Efrîn e
Ez bîrnakim tu cara
Welatê evîndar a
Bû meydana barbara
Kesera min Efrîn e
Li ser şopa “Mîrê Mend”
Tev zana û aqilbend.
Girêdan gurz û kemend
Biryar a min Efrîn e
Mezine ne biçûke
Wek şêrê çar gurçik e
Ser singê we biçike
Xencer a min Efrîn e
Warê Mîrê “Bolatcan”
Bê te nabe Kurdistan
Bo te nexweşe Ayhan
Tek çara min Efrîn e
09.07.2024/ SCWEÎZ
Muzîk: Sezaî Xoce
Jînenîgariya helbestvanê Kurd Ayhan Demir
Ayhan Demir, Sal a 1964 an bajarê Agirîyê, navça Gîhadînê û gundê Koço dayîk bûye.
Dibistana sereke, dibistana navîn û lîse li navça Gîhadînê xwendîye.
Dibistana bilind beşa aborî li bajarê Tirkîyayê Eskişehîrê qedandîye.
Ew jî wek welatparêzekî kurd dema civantîyê de bi tevgêra azadîya kurdistan ra hizmet kirîye.
Hê zaroktaya xwe de rûyê dewleta Tirke barbar naskirîye.
Bi dehan care hatîyê binçevkirin, çiqas zor û tedahî hebê dîtîye.
Salên 90 gelek cara zîndanên Erzîngan, Erzurom, Nevşehirê da maye.
Piştî azad bûnê xwe cardin li partîyên legal de cîhê xwe girtîye.
Dema Partîya Demokrasîye Gel (HADEP) de seroktaya Bajarê Agiri kiriyê.
Dema qedexe li ser HADEP ê çêdibê doza girtinê vedibe
Ayhan Demir nêzîkî 32 kesan hevalên xwe partîya (DEHAP) ê ava dikin
Bixwe di DEHAP ê de Sekreterîya giştî rêvebirîyê pêkanîye.
Derheq Ayhan Demir de ji ber xebatên wî,dewleta tirk gelek doz vedike, neçar dimîne sala 2003 derkete derwayî welat û Swîsreyê jîyan dike.
Hetanî sala 2018 li Swîsreyê di nav karên welatparêzî de erkên xwe cîh tîne.
Piştre nexwaşî ke dijwar (qanser)lê peyda dibe, ji nava civakê hinekî dûr dimine û demek dirêj di nexwaşxana de tenê dimîne û dermankirin.
Difikire û cara yekemîn, bi derfetê xwe nivîsara kurdî hîm dibe û dest helbestên kurdî dike.
Paşê li ser medya civakî belav dike û gelek tê ecibandin.
Ayhan Demir xwedî pirtûka “Tevna Evînê” ye. Pirtûka duyemîn nêzda derdikeve. Navê wê jî “Zerêya Elegezê”ye.
XELAT
