XWEZÎ

XWEZÎ

Helbest: Suphîye Bulut

XWEZÎ

Heba

Avek bisêhr

Bişûşta

Mejîyên zingarî

Bişûşta

Fikirên pûç

Bişûşta

Nêrînên vala

Bişûşta

Dilên reş

Bişûşta

Fesadî û bekoyan

Bişûşta

Xayin û nebaşî

Bişûşta

Xwefiroşan

Bişûşta

Nezan û bêxemîyan

Bişûşta

Derew û buxtan

Bişûşta

Zimanê qirêj

Bişûşta

Mirovên bi du rûyan

Bişûşta

Xwîna li ser gulê

Xwezî heba

Avek wiha pîroz

Ez ê

Bi lingên xwe î

Seqet

Bi şev û roj

Lê bigeryama

Min ê bidîta

Bianiya dinyayê

Xweşikbûn

Û hezkirin

 

 

XELAT