DAYKA HELBESTA
Helbestvan: Seyrana Celad
Mûsa bi xwestek û heza Xweda,
Gîyanê min da konê xwe veda,
Bê minet çêkir qesrek şaneşîn,
Nav asoyê dil xweşik perveda.
Di demara da xwîna şaîre,
Dixulxule û dibe xet, lîre,
Çûktyê da tehm kir çêja hunerê,
Kete cergê min tev paqij şîre.
Netik maç kirin, serî lawandin,
Pîşek pir giran li min bexşandin,
Dan li pişt xurca barên cîhanê,
Tovên xemkêşyê dev-dor reşandin.
Pênûs bo wan bû tîra qacare,
Birîndar kirin ceger hat xware,
Hubra rengîn û himayîl, melhem,
Baxçê emir ra anî bahare.
Afrînarî wek toka sêdare,
Kete li istû rewşam xedare,
Dest, lepê îlham timê qefes da,
Dibê binvîse bibe jîndare.
Diwelide ji min peyv û heste,
Dibin nêt, armanc, bang û mabeste,
Wek zarokên xwe van xwadî dikim,
Loma bi nav bûm dayka helbeste.
Tewyaye Seyrê li ber hîs, heste,
Loma gotin wê dayka helbeste.
Xelat
