Hunermendê Kurd Omer Şan mîvanê Xelata Kurmanca ye
Hunermendê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê (Omer Şan) ku bi serdanekê ji Almanyayê hatiye herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê serdana navenda govara Xelatê a kurmancî kir û bi germî ji aliyê stafa xelatê ve hate pêşwazî kirin.
Di wê serdanê de ku endamê encûmena bilind ê Zerdeştiyên Kurdistanê asrewan (Îsam Sebrî Efrînî) jî amadebû bi germî hatin pêşwazî kirin û di wê hevdîtinê behsa hunera kurdî ya resen û rola wê di parastina çand û kultura kurdî de hate gotûbêj kirin.
Her di kevana wê serdanê de sernûserê Xelatê (Hozan Efrînî) pirtûka xwe a (Mam Celal sembola netewa kurd) a bi zaravayê Kurmancî û pirtûka (Kobanê) a bi zimanê Erebî pêşkêşî hunermedê qedirgiran (Omer Şan) kir.
Ji aliyê xwe ve jî hunermend Omer Şan straneke taybet li ser rewanşad serok Mam Celal Talebanî bi deng û saza xwe pêşkêşî xelatê kir.
Xelat




