Encumena Penaberan Tîma Kurdaxê Xelat Kir
Encumena Penaberan a Kurd a Rojava-Sûriyê, roja sêşemê 4/11/2025 ji bo rûmetdayînê tîma Kurdaxê merasîmek organîze kir.
Merasîm bi amadebûna Serokê tîma Kurdax (Efrîn) Rezan Gemrûk; Serokê tîma Zagros ya (Kobanî) Êhmo Zagros; Berdevkê fermî yê encûmenê Dawûd Çîçek; Seroka Komîteya Bilind a nûnerên encûmenê Xanim Roşîn Serekanî; û endamê desteya rêveberiya encûmenê Birêz Omar Kobanî û yarîzanên tîma Kurdaxê birêveçû, her weha Serokê Encumena Penaberan a Kurd ya Rojava – Sûriyê Hozan Efrînî, bi germî pêşwaziya mêvanan kir.
Destpêkê Hozan Efrînî axaftina xwe bi bixêrhatina endamên tîmê û pîrozkirina wan ji bo serketina Kûpaya Kobanî kir. Efrînî di gotina xwe de bal kişand ser girîngiya werzîşê û rola wê di pêşxistina futbolê, parastina exlaqê ciwanan, parastina xwezaya wan a rastîn û eslê jiyana mirovan de. Wî her wiha girîngiya girêdana penaberên ciwan bi hev re bi rêya lîg û pêşbirkên futbolê tekez kir.
Efrînî tekez kir ku werzîş bingeha evîn, rêzgirtin û teqdîrkirina hevbeş di navbera her kesî de ye, û parastvanek ji bo civakek azad e.
Ji aliyekî din ve, serokê tîma Kurdaxê Rezan Gemrûkî, , rola pêşeng a encumenê û piştgiriya wê ji bo tîma werzîşê ya Kurdaxê û hemî tîmên werzîşê bêyî cudahî piştrast kir. Gemrûkî bal kişand ser girîngiya têkiliyên dostane di navbera tîmên werzîşê de, nemaze tîma Kurdaxê û encumenê, û spasiya xwe ji encumenê û hemî endamên wê re ji bo pêşwaziya germ a ku ji tîmê re hat kirin anî ziman.
Di dawiyê de, hemî endamên tîma Kurdaxê ji bo serkeftina xwe ya li ser tîma Zagrosê hatin xelat kirin. Serokê tîma werzîşê ya Zagros (Kobanî) Êhmo Zagros û cîgirê wî Adil El-Huseyn Kobanî, ji ber piştgiriya wan a berdewam a tîmê di şampiyoniya Kobanî de hatin xelatkirin.
Merasîm bi kişandina wêneyên komî ên biranînê bi dawî bû.









Xelat
