Wezîrê Rewşenbîrî yê Kurdistanê serdana Xelatê kir
Roja duşemê 1/12/2025, Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan a hikûmeta Herêma Kurdistanê (Heme Hemeseîd) bi yawerê Rêvebirê Giştî yê Radyoya Dengê Gelê Kurdisdtanê (Merîwan Mesûd) serdana Xelata Kurmancan kir û destxweşî li stafa Xelatê kir.
Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan Heme Hemeseîd û şanda pêre bi germî ji aliyê sernivîserê Xelatê (Hozan Efrînî) û cîgirê sernivîser (Dawûd Çîçek) û jina pêşkêşvan (Roşîn Serêkanî) hat pêşwazî kirin.
Heme Hemeseîd behsa rol û giringiya xebatên malper û kovara Xelatê kir bi taybetî ji bo xizmeta kurdên kurmanc li her çar aliyên Kurdistanê û bi taybetî Ewropa û Qefqasiyayê û behsa serdana xwe ya ji bo Mosko û Ermenistanê û Radyoya Yêrîvanê kir ku çawa bi bê beramber radyoya kurdî berdewam kirin û heya roja îro anîn.
Her weha wezîrê Rewşenbîrî bal kişand ku, Xelat karekî baş dike ku dengê hemû kurdan dighîne hev û xizmeta çand û kultur û ferhenga kurdî dike.
Sernûserê kovara Xelat rojnamevan û nivîskar (Hozan Efrînî) jî ji aliyê xwe ve spasiya wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ya Herêma Kurdistanê (Heme Hemeseîd) kir ya ji bo ew serdana buhadar û giringîpêdana bi çand û kultur û ronakbîrên kurmancan.




Xelat
