Rewşa wane û xwendina bi Kurdî li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê
Di dema niha de careke din xwendina bi Kurdî li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê ketiye rojevê ji ber her sal di navbera 30yê kanûna paşîn û 12yê sibatê de daxwaznemeyê didin dibistanan û heger 10 daxwazname bigihîjin ser hev, ew dibistan mecbûr e ku polekê dayine ji bo wê dersa hatiye daxwazkirin û wezareta perwerdê mamostayekî ji bo wê dersê peyda bike.
Her weha hezkiriyên zimanê Kurdî û rewşenbîrên Kurd civaka Kurdî han didin ku zarokên xwe teşwîq bikin bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin. Li ser vê mijarê û rewşa wane û xwendina bi Kurdî Rojnameya Xelatê hevpeyvînek bi mamosta Ferec Koyistanî derçûyê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Çewlîgê (Bîngolê) her weha wergêr e û lêkolerekî serbixwe. Eve jî naveroka hevpeyvînê ye:
XELAT: Dibêjin li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dersên bi zimanê Kurdî hatine serbestkirin, ev serbestî bi çi awayî dibe gelo di dibistanên fermî de yan weku kursên xwendinê ne?
Ferec Koyistanî: Ji bo ku mirov vê pirsê bi zelalî rave bike, divê mirov berê xwe bide paşxaneya salên 1990î û û qala panoramayeke giştî ya rewşa qanûnî ya kurdî bike. Sala 1993yan qanûna ku ji bilî tirkî axaftina bi zimanên din qedexe dikir hate sistkirin. Her çendî vê sistkirinê bi tenê “axaftin” li xwe digirt jî kurdan dest bi danîna saziyên ziman û çandî û weşanxaneyan û wekî wan jî kir û gelek bandên muzîka kurdî hatin belavkirin. Lê di qanûnnameya tirkan de zimanê kurdî qedexe bû û hê jî weha ye: Wekî zimanê “X” ango “zimanê nayê zanîn”, li qelem û kaxizên dewletê dikeve. TV`ya dewletê TRT û ajansên nêzîkî hikûmetê bi kurdî weşanê dikin, lê ji ber ku gerantiyeke qanûnî ya kurdî tune ye, hikûmeteke din –ev hikûmet bi xwe jî– çaxê bixwaze dikare van saziyan mohr bike û bigre.
Heçî serbestiya dersên kurdî ye; kurdan her ji 1993yan û vir ve li saziyên ku wan bi xwe ava kiribû, dersên kurdî didan û ev bi awayê kûrsan bûn û bi xwebexşî pêk dihatin. Sala 2012yan pergala perwerdehiya Tirkiyê guherî. Berî vê guherînê, zarokek piştî xwendina 8 salan dibû xwedî dîplomaya qonaxa navîn. 5 salên vê perwerdehiyê yên qonaxa seretayî û 3 salên dawiyê jî yên qonaxa navîn bû. Lê 2012yan pergal berev “4+4+4”ê guherî. Li gorî vê guherînê şertê 8 salan, bû 12 sal. Ango zarokek piştî xwendina 12 salan dikare bibe xwedî dîplomaya qonaxa amadehiyê. 4 salên destpêkê yên qonaxa seretayî, 4 salên piştre yên qonaxa navîn 4 salên dawî jî qonaxa amadehiya ji bo zanîngehê ye. Divê mirov bibêje ku ev pergal ferz dike ku zarokek di temenekî piçûktir de dest bi dibistanê bike li gorî ya berî wê. Kurdî jî bi zaraveyên xwe (kurmancî û kirdkî) bi wê pergalê re kete dibistanên fermî yên dewletê de. Lê çawa? Piştî xwendina 4 salên qonaxa seretayî, li gorî şiyana zarokan û xwestina wan û ya dê û bavê wan, mafê dersa hilbijêrî ji bo wan nas dike ku serê hefteyê bi tenê ji 2 saetan pêk tê. Heger li dibistaneke bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di çarçoveya dersên hilbijêrî de 10 kes bigihîjin hev û bixwazin zarokên wan vî mafê xwe bi kar bînin, her sal di navbera 30yê kanûna paşîn û 12yê sibatê de daxwaznemeyê didin dibistana ku zarokên wan lêne û heger 10 daxwazname bigihîjin ser hev, ew dibistan mecbûr e ku polekê dayine ji bo wê dersa hatiye daxwazkirin û mamostayekî ji bo wê dersê peyda bike. Serbestbûna dersên kurdî bi vî awayî ye. Di nav van dersên hilbijêrî de ne bi tenê zaraveyên kurdî (kurmancî û kirdkî) hene. Li ser meseleyê; heke 10 daxwazname ji bo zimanê rûsî hebin, divê wezareta perwerdehiya tirkan mamostayekî rûsî peyda bike ji bo wê daxwazê. Lê ji dema ku şer li welêt gurr bûye, rêvebirên gelek dibistanan vî mafê ku jixwe ne bes e ku kurdî kosteka xwe biqetîne, li gorî kêfa xwe binpê dikin, bêyî hayjê çêkirina malbatan dersan hildibijêrin; an jî wan han didin ku ew ji dêvla kurdî dersên sebaretî dînê îslamê hilbijêrin.
XELAT: Gelo ji bo dersên Kurdî mamostayên Kurdî hene ku bikarin bi awayekî sîstematîk bidin û materyalên rêzimanî hene?
Koyistanî: Dema pêvajoya aştiyê li welêt hebû, li zanîngeha Mêrdînê, Çewlîgê û Mûşê ji bo gihandina mamostayên kurdî û amadekarina materyalên rêzimanî beşê ziman û wêjeya kurdî hatibûn vekirin. Niha jî ev beş li van zanîngehan li kar in û materyalên perwerdehiyê amade dikin. Ji bilî van beşan, her wê dema ku şer sekinî bû, zanîngeha Mêrdînê kûrsa dersdariyê kurdî da 1000 kesên din jî ku wan berê li zanîngehê beşin din xwendibû. Heger mirov wan 1000 kesan jî li hejmara derçûyiyên beşên ziman û wêjeya kurdî zêde bike, teqrîben 2000 kes amade ne ku dersa kurdî bidin, lê belê wezareta perwerdehiya tirkan salê bi tenê 3 kesan peywirdar dike; 2 kes ji bo kurmancî û kesek jî ji bo kirdkî (zazakî) ye. Her ji ber sedema şer û ji ber ku hikûmet dîsa li tirkperestiyê xwe vegeriya û ew bêhtir şidand, ên ku dema “aşitiyê” dersa kurdî dida jî dev ji kurdî berdan û dersdariyeke din dikin.
XELAT: Xwesteka xelkê ji bo ku zarokên xwe fêrî Kurdî bikin di çi astê de ye?
Koyistanî: Ev yek li gorî nêzîkatî û helwêsta dewletê diguhere. Bi derewan bûya jî dema ku dewletê bi kurdan re ji bo aşitiyê dida û distand, kurdan bêhtir dikarîbû guh bidaya ziman û çanda xwe. Lê piştî ku şer ji nû ve destpê kir, kurd jî bi awayekî normal xwe ji dewletê vedigirin. Her weha eger îro roj çalakiyeke çandî/hunerî jî bi kurdî bê kirin, ew çalakî bi rehetî tê qedexekirin. Tevî vê yekê jî heger bi qanûnan nehatibe gerantîkirin jî îro roj di bin banê “ziman û zaraveyên jîndar” de zarokên kurdan dikarin serê hefteyê 2 saetan dersa kurdî bixwînin. Lê ji ber ku siyaseta bi serkêşiya Partiya DEM e, xwedî li vê destkeftiyê derneket û cemawera xwe han neda, hayê gelek kesan ji vî mafî çênebû, ji lewma xwestekeke berbiçav jî zelal nebûye. Her tişt bi siyaset û partiyan naqede, lê diyar e ku enerjiya wan heye ku cemawera xwe haydar û hişyar bikin. Ji gelek kurdan jî we ye ku ji bo zarokên wan dewlemend û serkeftî bibin divê baş hînî tirkî bibin û ji lewma guh li kurdî nakin.
XELAT: Fonên mamostayên zimanê kurdî wê dewlet bide yan wê ji malbatên zarokan were girtin?
Koyistanî: Wezareta perwerdehiya tirkan fon û mûçeyan dide. Heger wê hejmara ku nêzî 2000 kesan e peywirdar bike wê dîsa wezareta perwerdehiya tirkan fon û mûçeyên wan bide. Mafên wan dê ne kêmtir bin ji yên karmendên din ên wezareta perwerdehiyê, ku yên kesên niha hatine peywirdarkirin jî bi vî awayî ne.
XELAT: Materyalên pêwîst û mamostayên pêwîst ku dersan bidin hene?
Koyistanî: Çawa ku me li bersivên din jî anî zimên, tê gotin ku halê hazir nêzî 2000 kesan amade ne û herçî materyal in jî ji aliyê zanîngehan ve hinek hatine amadekirin. Lê ji ber ku bi qanûnan kurdî nehatiye naskirin û “mafê perwerdehiya bi kurdî” tune ye, mirov nizane bê ka wê ev 2000 kes û materyalên heyî têrê bikin an na. A rastîn, ez bi xwe hêvî nakim ku ji bilî rewşa ku me li jor anî ziman, hikûmet û dewleta tirkiyê bi giştî mafine din ên kurdî nas bike û wî weke zimanê perwerdehiyê qebûl bike.
XELAT