8.mîn Festîvala Navdewletî ya Kerkûkê a Şano

8.mîn Festîvala Navdewletî ya Kerkûkê a Şano

Li bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê 8.mîn festîvala navdewletî ya şanoya ser cadê bi dawî hat kû gelek çalakiyên curbecur têde hatine encamdan.

Festîval bi serpereştiya Wezareta rewşenbîrî û lawan a hikûmerta Herêma Kurdistanê di rojên 2 ta 4`ê mijdarê 2024 bi beşdariya 20 komên şanoyî ji 14 welatên cîhanê birêveçû.

Di festîvalê de çendîn çalakiyên hunerî ji (şano, govend û dîlan û nimayîşa hespsiwariyê û rakirina alên welatên) hatin nîşandan. her weha mûzîk û stran ku nîşaneya pêkvejiyanê û aştiyê didan hatine pêkanîn.

Di beşekî din a festîvalê de çendîn semîner û workşop û nasandina pirtûkên derbarê şanoya ser cadê ku bi zimanê Kurdî û Erebî hatibûn çapkirin birêveçû. Di dawiya festîvalê de hêjmarek hunermendên Kurdistanê û Êraq û cîhanê û komên şanoyê hatin xelat kirin.

XELAT