Li Wanê Sempozyuma Ehmedê Xanî hat organîze kirin
Li bajarê Wanê ya Bakûrê Kurdistanê di bîranîna 330 saliya nivîsîna esera klasîk û herdem zindî ya edebiyata Kurdî, "Mem û Zîn" de, Înstîtuya Ehmedê Xanî li Wanê sempozyumek bi navê "Sempozyuma Ehmedê Xanî" organîze kir.
Di sempozyumê de, mirasa felsefî, edebî û civakî ya Ehmedê Xanî bi şêwazeke zanistî û berfireh hate axaftin. Mem û Zîn, ne tenê wek çîroka evînêkê, belkî wekî îfade û nimûneya lêgerîna nasnameyê ya gelêkî hat şîrove kirin.
Di derbarê sempozyumê de Koordinatore Giştî ya Înstîtuyê (Mahir Taha) ji kovara Xelatê re ragihand û got: “Ev sempozyum bi armanca bîrkirina 330 saliya nivîsîna ‘Mem û Zîn’ a ku di sala 1695'an de hate nivîsandin hate rêve kirin. Em dixwazin bi vê bûyera wê hêz û rêya zanistî bidin, bi taybetî bi beşdariya akademîsyenên Zanîngeha Wanê.”
Taha zêde kir û got: “Wek ku Almanan Goethe, Spanyolan Cervantes û Îngîlîzan Shakespeare hene, me jî Ehmedê Xanî heye. Ew filozofek, nivîskarek û ramanvanek e ku pirsgirêkên gelê xwe hîn jî bi xatir digire. Nas kirina wî ne tenê qasî Kurd, belkî ji bo hemî cîhanê girîng e.”
Ji Swêd, Almanya, Amerîka û Rojhilata Navîn jî gelek kesan peyamên xwe şand û alîkarîya xwe ragihandin.
XELAT
