Ragihandkar û Ronakbîrê Kurd Tîtalê Keremê Seyad Xelat pîroz kir

Ragihandkar û Ronakbîrê Kurd Tîtalê Keremê Seyad Xelat pîroz kir

Îro 26/8/2025 Ragihandkar û Ronakbîrê kurd Tîtalê Keremê Seyad li bajarê Silêmaniyê serdana Xelata Kurmancan kir û ji aliyê sernivîserê xelatê Hozan Efrînî û cîgirê sernûser Dawûd Çîçek û pêşkêşkar Roşîn Serêkanî ve hat pêşwazîkirin û pîrozbahî li kar û xebata rojnameya Xelatê kir.

Tîtalê Keremê Seyad ku ji Ermenistanê bi serdanekê hatibû bajarê Silêmaniyê derbarê rojnama Xelatê ku bi zaravayê kurmancî weşana xwe dike got: Kar û xebata rojnameya xelatê li bajarê Silêmaniyê gelekî pîroze û bi rêya Xelatê em kar û çalakiyên hunerî û rewşenbîrî û çandî yên li bajarê Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê têne kirin dişopînin.

Ji aliyê xwe ve Hozan Efrînî kêfxweşiya xwe ji bo serdana wî anî ziman û pirtûka xwe ya derbarê Mam Celal pêşkêşî Tîtalê Keremê Seyad kir û wî jî spasî û kêfxweşiya xwe anî ziman.

XELAT