Kurdek bû parêzgarê Hesekê

Kurdek bû parêzgarê Hesekê

Duh bi awayekî fermi kurdekî Qamişlo wek parêzgarê Hesekê hate destnîşankirin.

Piştî ragihandina agirbesta di navbera hêzên HSDê û hikumeta Sûrî de, xebatên tevlêbûna Xweseriya Rojavayê Kurdistanê ji saziyên hikumeta Sûriyê re, duh roja çarşemê 4-2-2026 Nuredîn Îsa wek parêzgarê parêzgeha Hesekê bi fermi ji aliyê General Mezlom Ebdî ve hate destnîşankirin û ji aliyê serokê Sûriye yê demkî Ehmed Şerih ve hat pejirandin.

Her weha di vê bare de, parêzgarê parêzgeha Silêmaniyê heval Ebu Bekir peyameke pîrozbahiyê arasteya parêzgarê Hesekê Nuredîn Îsa kir û dilxweşiyê xwe ji bo erkên wî ên nû nîşanda.

Gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi cuş û ahengan pêşwazî li vê buyerê kir ku êdî parêzgarê Hesekê bu yekemîn car dikeve destê gelê kurd û bi nasnameya kurdî.

Xelat