Stafa Xelatê Salvegera PUKMEDIA pîroz kir

Stafa Xelatê Salvegera PUKMEDIA pîroz kir

Bi boneya 23emîn salvegera damezrandina malpera PUKMEDIA`yê, stafa Xelata Kurmancan ku pêkhatibû ji her yek li sernivîserê kovara Xelat (Hozan Efrînî), cîgirê sernivîser (Dawûd Çîçek) û endama stafê (Roşîn Serêkanî) serdana navenda PUKMEDIA`yê kirin.

Stafa Xelat ji aliyê cîgirê sernivîserê PUKMEDIA rêzdar (Diyar Şarbajêrî ) û endamên navendê ve bi germî hatin pêşwazî kirin.

Stafa Xelatê diyar kirin ku PUKMEDIA karekî gelekî mezin dike di xizmeta gelê Kurdistanê li ser asta Kurdistanî û bûye dengê gelê Kurd û gîhandina dengê wan ji bo hemû cîhanê û jêdereke giringe bo parastina mafên gelê kurd li çar aliyên cîhanê.

XELAT