Encûmena Penaberên Rojava-Sûriye serdana mezara Mam Celal kir

Encûmena Penaberên Rojava-Sûriye serdana mezara Mam Celal kir

Encumena Penaberên Rojavayê Kurdistanê-Sûriye serdana mezarê rewanşad serok Mam Celal kir û çepkek gul li ser dîna.
Îro roja înê 2-6-2023`an li navçeya Debaşanê ya ser bi bajarê Silêmaniyê, bi boneya pîrozkirina 48 mîn salevagera damezrandina YNKê, şandeke Encumena Penaberên Rojava-Sûriye serdana mezarê rewanşad serok Mam Celal kir û çepkek gul li ser mezarê dîna.
Her wehja ew şandeya ji aliyê berpirsê rojê ya mezargehê endamê mekteba sekirteriyeta serok Mam Celal muqedem Nebez Omer ve hat pêşwazî kirin û armanca serdana şandeyê jê re hate vegotin û bi xêrhatineke gelek gerim li şandeyê hate kir.
Her weha ji aliyê xwe ve, serokê Encumena Penaberên Rojavayê Kurdistanê û serpereştyarê Peletforam Medyaya Kurmancî Hozan Efrînî dazanîn ku armanca me ji vê serdanê, ew e ku wek wefadariyek me xwest em 48 salvegera damezrandina YNKê li kesayetiya karîzme ya kurdî û damezrênerê YNKê rewanşad serok Mam Celalpîroz bikin ji ber ku ew xwediyê proje û pilanname û destpêkirina şoreşa nû ya gelê kurd bû ye, ev ne minete, lê erkê me ye ku em li hemberî tekoşîna dîrokî ya serok Mam Celal xwedî helwest û çalaktir bin.
Her weha di dafêra bîranînên serdangeran de jî, Efrînî girîngiya rola serok Mam Celal anî sernivîs û pîrozbahiyên gerim ji giyana nemir a pak re pêşkêş kir.