21`mîn salvegera PUKMEDIA tê pîroz kirin
Sibê roja duşemê 22-1-2024`an di avahiya Borda Ragihandinê ya Mekteba Ragihandin û Bîrûhoşyarî ya YNKê de, PUKMEIDIA`yê 21 mîn salvegera xwe pîroz dike.
Her weha PUKMEDIA wek ajansa fermi ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê ye û aliyê xebatên ragihandinî de, PUKMEDIA yekek ji kenalên herî bi xizmet bû, bi taybetî ji bo kurdên her çar aliyên Kurdistanê û bi bê cudabûn û tenê xizmeta doza kurdî dike. Armancê xebatên xwe ên ragihandinî û di hemû salvegerên damezrandina xwe de,herdem ji hemû dost û alîgir û temaşevan û şopênerên xwe re daxwaz dike ku nerîn û têbîniyên xwe û rexne û dîtinên xwe ji PUKMEDIA`yê re bişînin tako di sala nû de, li ser kar bikin û sûd jê bigrin.
Em jî wek Sekoya Kurmancî (Malpera Xelat û Rojnameya Xelat)ê germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya sernûser û karmend û rojnamevanên PUKMEDIA`yê dikin û serkeftin û serfiraziyê ji kar û xebatên wan re dixwezin.
XELAT