Komeleya Karsaziya Navneteweyî ya Gurcî-Kurdî hat avakirin
Bi hemahengî û tevkariya Komeleya Kurdên Gurcistanê (Ronahî), Komeleya Karsaziya Navneteweyî ya Gurcî-Kurdî li welatê Gurcistanê hate avakirin.
Di vê derbarê de Serokê Komeleyê `Otar Nadiryan` di hevpeyvîeke taybet de ji rojnameya Xelatê re eşkere kir û got: Em di demekê de dijîn ku aborî di jiyana her mirovî de cihekî girîng digire. Ji bo ku Karsaz perên xwe winda nekin û bi aqilmendî pereyên xwe bikar bîne me ev komele ava kir.
Otar Nadiryan diyar jî kir ku, damezirandina Komeleya Karsaziya Navneteweyî ya Gurcî-Kurdî ya Gurcistanê derfeteke mezin e, bi alîkariya dewlemendtirîn karsazên kurd ji Kurdistanê û cîhanê, ji bo anîna veberhêneran li welat û berovajî.
Her weha daxwaz ji karsazên kurd kir ku, tevlî karê komeleyê bibin û got: Emê alîkariya wan bikin ku mafên xwe yên qanûnî biparêzin, di heman demê de, divê ew erkên xwe jî bizanibin. Bi hev re em ê bi hêz bin ez bawer im û gelek karên qenc bikin ji bo civaka xwe.
XELAT
