Hatûçona Silêmaniyê pêşwazî li daxwazên Encumena Penaberan kir

Hatûçona Silêmaniyê pêşwazî li daxwazên Encumena Penaberan kir

Hatûçona parêzgeha Silêmaniyê pêşwazî li daxwazên Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.

Roja sêşemê 27/2/2024 şandeyeka Encumena penaberên Kurdên Rojava-Sûriye serdana rêvebirîya hatûçûya parêzgeha Silêmanîyê kir ku ji birêz Hozan Efrîn, serokê Encumenê û Dawûd Çîçek, cîgirê serokê Rêxistina Hawar ê ji bo civaka sivîl û Roşîn Serêkanî, serokê komîteya bilind a nûnerên encûmenê pêk dihat ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê emîd Aso Heme Emîn Behram û eqîd Bextyar Mihemed ve hatin pêşwazîkirin.

Her wiha di wê barê de, rêvebira Encumena Penaberên kurdên Rojava-Sûriye (Zêwa Xelef) behsa wê serdanê ji Xelatê re kir û wiha anî ser ziman ku di serî de şanda me di wê dîdarê de, kar û çalakî, û xizmeta Encumena Penaberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bi zelalî şirove kir, behsa daxwaz û pêşniyarên penaberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê kir û behsa pirsgirêkên moletên otomobîlan, motorsîklet û pirsgirêkên veguhestina giştî kirin.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Zêwa Xelef aşkire kir ku rêvebirê hatûçonê rêzdar (Aso Heme Emîn) bi xêrhatina daxwaz û pêşniyarên penaberan kir û got ku ew li gorî yasa û zagonên trafîkê yên Êraqê ew li ser wan kar dikin û wê hewl bidin hêsankarî û alîkariya wan penaxwaz û penaberan bikin.

Rêvebira Encumena Penaberên kurdên Rojava-Sûriye (Zêwa Xelef)

Kombûna Encumena Penaberên kurdên Rojava-Sûriye

XELAT