Letîf Nêrweyî: Radyoya DGK rolek giring di serxistina raperînê de hebû
Berpirsê Borda Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Letîf Nêrweyî ragihand, radyoya Dengê Gelê Kurdistanê (DGK) rola xwe ya bi bandor û giring û mezin di serxistina raperîna Kurdistanê ya sala 1991`an de hebuye.
Îro sêşemê 12\3\2024 bi boneya 33 saliya raperînê de radyoya Dengê Gelê Kurdistanê semînerek jibo Berpirsê Borda Ragihandina YNK`ê Letîf Nêrweyî lidarxist.
Semîner li hola Xak ya bajarê Silêmaniyê birêveçû, têde Letîf Nêrweyî ragihand: Di serdema şoreşa nû de ya bi serokatiya YNK`ê de çend radyoyek ji dayîk bibûn ku ya yekemîn radyoya Dengê Gelê Kurdistanê bû ku cuda bû ji radyoyên dinê ku ya hemû kurdekî bû û hemû aliyan bawerî pê hebû.
Letîf Nêrweyî da zanîn ku, radyoya DGK destpêkê di li deverên sinorî weşana xwe dikir, lê belê piştî sala 1983`an hatiye kûrahiya deverên rizgarkirî yên Kurdistanê û li bereyên pêş yên wan deveran bûye. Letîf Nêrweyî got jî:" radyoya DGK`ê li zêdetirîn cihên deverên rizgarkirî bûye ku hêza pêşmerge ya Yekîtiya Nîtşimanî ya Kurdistanê lê bûne. Dengê Gelê Kurdistanê rola xwe ya giring û mezin hebûye di serxistina raperîna mezin ya sala 1991."
Foto: Bextiyar Elî
XELAT