Amadekariyên Festîvala Kobanî ya Navneteweyî destpê kirin

Amadekariyên Festîvala Kobanî ya Navneteweyî destpê kirin

Biryare îsal 2024 xula pêncemîn ya Festîvala Kobanî ya Navneteweyî ya Sînemayê li bajarê Buxum ya Almanyayê birêve biçe.

Di vê derbarê de Berdevka festîvala Kobanî ya navneteweyî ya Sînemayê (Hîva Ehmed) taybet ji malpera Xelatê re ragihand, amadekariyên ji bo Festîvala Kobaniyê Navneteweyî ya Sînemayê di xula Pêncem de ya bi navê ( Geştek di nav çandên cîhanê da) ji roja 1/5/2024`an hatine destpê kirin û wê wergirtina fîlman haya bi 1/7/2024an berdewam be.

Hîva Ehmed got;  Salên berê hezar filim hatibûn destnîşan kirin lê îsal wê tenê 500 filman destnîşan bikin û festîval dê di rojên 6-7-8`ê îlona 2024an da xula xwe bi xelatkirina fîlmên serketî û nîşandana wan ji raya giştî ra, bi dawî bike. Her weha 9 xelat wê li ser yên serkeftî de belav bike ku ji peykerê jina azad pêktê.

Diyar jî kir ku, xulên berê bi navê sînemakarê navdarê kurd yê bakûrê Kurdistanê (Yilmaz Gunay) bûne, lê ya îsal wê bi navê derhênerê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê (Taha Kerîmî) be ku di sala 2013`an de di rûdaneke trafîkê de li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû.

 Ji bo şandina filman, li ser lînka jêrîn bitikîne:

https://forms.gle/xAXT5b4FQ5gGuB2i6

Hîva Ehmed/ Berdevka Festîvala Kobanîyê ya Navneteweyî ya Sînemayê 

Derhêner: Taha Kerîmî ku festîvala îsal dê bi navê wî be

Xelatên Festîvalê/ Peykerên jina Azad ya li bajarê Kobanê hatiye danîn

XELAT