Qubad Talebanî hewlên konsolê Fransa bilind nirxand

Qubad Talebanî hewlên konsolê Fransa bilind nirxand

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwazî li konsolê giştiyê Fransa (Olîvî Dîkotînî) kir û di civînê de Qubad Talebanî hewlên konsolê Fransa yên ji bo bihêztir kirina peywendiyên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de bilind nirxand.

Konsolê Fransa ji aliyê xwe ve rola Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî di encamdana reforman di sektorên cuda cuda de bi arasteya baştirkirina proseya hukmraniyê li Kurdistanê bilind nirxand.  

Li dawiyê Qubad Talebanî pirtukek derbarê dîroka Kurdistanê wek diyarî pêşkêşî konsolê giştiyê Fransa kir.

Sekoya Kurmancî