Li Amedê bazdana gel a Newrozê bi coşeke mezin birêveçû

Li Amedê bazdana gel a Newrozê bi coşeke mezin birêveçû

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî 8 salan, Bazdana Gel a Newrozê bi beşdariyeke mezin û coşeke bilind li dar xist. Hevserok Dogan Hatun di dawiya pêşbirkê de xelat belav kirin û hêvî kir ku Newroz bibe sedema aştiyê.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Werzîşê, ji bo vejandina werzîşê li Amedê, li Sûra dîrokî Bazdana Gel a Newrozê li dar xist. Bazdana Gel a Newrozê li Birca Keçikê ya Deriyê Mêrdînê dest pê kir û li Qada Jiyana Hevbeş a Sumerparkê bi dawî bû.

Bi amadebûna hevserokên şaredariyê û karmendên wê bi sedan welatiyên ji 7 heta 70 salî beşdarî Bazdana Gel a Newrozê bûn.

Her weha xelat ji welatiyên ku di Pêşbirka Gel a Newrozê de bi ser ketine re hatin dayîn.

XELAT