Kerkûk: 7`mîn salvegera koça dawî ya Mam Celal birêve çû

 Kerkûk: 7`mîn salvegera koça dawî ya Mam Celal birêve çû

Di roja 3ê cotmehê de, li bajarê Kerkûkê, marasîma 7`mîn salvegera koça dawî ya rewanşad serok Mam Celal ji aliyê Saziya Serok Celal Talebanî ve hate lidarxistin.

Bi beşdarbûna serokkomar Dr. Abduletîf Cemal Reşîd û serokwezîrên Êraqê Mihemed Şiya Sûdanî û serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û Cîgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û hejmareke mezin ji berpirs û nûnerên part û rêxistinên hikûmî û ne hikûmî ji aliyê Saziya Serok Celal Talebanî ve birêve çû.

Hêjayî gotinê ye ku ev yekem care ku salvegera koça dawî ya Mam Celal li bajarê Kerkûkê birêve diçe. Bi taybetî piştî ku kontrolkirina ji aliyê artêşa Êraqê ve hatibû kirin. Niha Kerkûk careke din vegeriya ser rastiya xwe û parêzgar jî her kurd e û ev destkefteke dîrokî ye ji bo gelê kurd û Kurdistanê.

Her weha di gotarên ku hatine pêşkêşkirin, rastiya tekoşîn û rola sereke ya Mam Celal di guhertina sîstema demokrasî li Êraqê û sepandina demokrasî û mafên mirov di nava rêzên gelê Êraqê bi giştî û ê kurd bi taybetî hat nîşandan.

Xelat