Kurd jî beşdarî dîdara Komunîsta Çînê bû

Kurd jî beşdarî dîdara Komunîsta Çînê bû

Aliyekî mezin ê kurdî beşdarî di dîdara Partiya Komunîsta Çînê de kir û ev yek wek pêngaveke gelek mezin û girîng bû ku aliyekî siyasî Kurdistanî beşdarî dîdareke wiha bike.

Li gorî ragihandinan, bi nûneretiya Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (Bafil Celal Talebanî), berpirsê borda peywendiyên Kurdistanî (Salar Lale Serhed Xelîfe Yunis) beşdarî di dîdara Partiya Komunîst a Çînê de kir.

Her weha di wê dîdarê de ku 22 partiyên cuda cuda ên çep ji Rojavayê Asyayê û Bakurê Afrîqiyayê beşdar bibûn û ev peywendiyên rewanşad serok (Mam Celal Talebanî) û Partiya Komunîsta Çînê ji 65 salan ve dirêjahî heye û hîn jî berferehtir dibin.

Di wê dîdarê de, li ser rewşa Rojhilata Navîn û aloziyên heyî gotûbêj hatin kirin û hemuyan bi yek dengî û yek helwestên xwe ji bo çareserkirina wan kêşe û aloziyan dan ragihandin.

XELAT