Li Efrînê xwepêşandan li dijî kuştina xortekî kurd
Li bajaroka Cindirêsê ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê tawanekî hovane li dijî xortekî 16 salî hatiye encamdan û xelkê deverê xwepêşandan kirin.
Li gorî jêderên xwecihî ku ji devera Cindirêsê gihêştiye destê Xelatê, xortê kurd bi navê (Ehmedê Xalidê Medê) temen 16 salî kurê xwediyê nanxaneyekê ye li bajarokê Cindirêsê roja 13/3/2024 li ser destê erebekî hawirde bi navê (Yamin Ehmed Îbrahîm) ji xelkê Idlibê ku di nanxaneya bavê xortê Kurde kar dike tê kuştinê.
Ew bûyer li gundê Til-Silurê hatiye encamdan piştî vexwendina xortê kurd ji aliyê tawankar ve û kuştina xortê kurd û avêtina termê wî di bîra malê de.
Li hemberî ev kiryara hovane, xelkê Cindirêsê xwepêşandan kirin û daxwaza dawî anîna wan kiryaran kirin ku li herêma Efrînê li dijî kurdan berdewamin.
XELAT