Kurdên Gurcistanê ji daxistina radyoya kurdî ya Swêdê xemgînin

Kurdên Gurcistanê ji daxistina radyoya kurdî ya Swêdê xemgînin

Bi biryara girtina bernameyên radyoya kurdî ya Radyoya Swêdê, ku di 6`ê çileya paşîn (January) 2001ê de dest bi weşanê kiribû, Komeleya Kurdên Gurcistanê "Ronahî" di belavokeke xwe ya ku taybet ji Xelata Kurmanca re şandiye têde wiha dibêje; Em gelekî xemgîn in.

Her weha di wê belavokê de hatiye ku nûçeya ku weşana kurdî  wê di 1ê Nîsanê de were rawestandin, li ser kurdên li Gurcistanê dijîn û herwiha li ser tevahiya civaka kurd bandoreke kûr kir.

Hat ragihandin ku ji ber "sînordarkirina xercê" dê bernameyên kurdî bên girtin. Li hemberî wê jî, Komeleya Kurdên Gurcistanê "Ronahî" wiha bersiv dide: Lê em di wê baweriyê de ne ku ev biryara siyasî ye û li dijî nirxên demokratîk ên dewlet û civaka Swêdê ye. Em dizanin ku hin rewşenbîrên swêdî li dijî vê biryara Radyoya Swêdê derketin.

Di dawiya belavoka xwe de, Ronahî wiha da zanîn: Em piştgiriya van rewşenbîran dikin û bang li Radyoya Swêdê dikin ku vê biryarê paşde vegerîne.

 

XELAT