Encumena penaberan a Rojava ji bo konferansa nexweşan civiya

Encumena penaberan a Rojava ji bo konferansa nexweşan civiya

Endamên Desteya Rêveberiyê ya Encumena Penaberên Kurd-Rojava-Sûriye roja Duşemê 8/9/2025, bi beşdariya Xanim Rojda Taher, endama ji Kampa Barika, civiyan.

Di civînê de çend xal hatin nîqaşkirin, ya herî girîng pêwîstiya lidarxistina vê konferansê ji bo piştgiriya penaber ên nexweş û gihandina dengê wan ji rayedarên pêwendîdar re. Di civînê de her wiha cih û dema wê jî hate nîqaşkirin, ku dê paşê were ragihandin.

Kesayetiyên ku dê ji bo beşdarbûnê werin vexwendin jî dê werin ragihandin, û girîngiya rolên wan di xizmeta penaberan de bê gotûbêj kirin.

her weha roja sêşemê  9/9/2025 şandeyek ji Encumena penaberan ji bo amadekariyên konferansê ku dê di heftiya bê de were lidarxistin bi nûnera CDO re civiya û amadekariyên konferansê gotûbêj kirin û di rojên pêşde dê roj û karnameya konferansê were aşkira kirin.

 Xelat