Li Holanda xanimeka Kurd xelata nîştimanî ya Fransayê wergirt

Li Holanda xanimeka Kurd xelata nîştimanî ya Fransayê wergirt

Seroka partiya desthilatdar ya Holandayê ya bi navê Partiya Welatî ji bo Azadî û Wekheviyê (VVD) "Dîlan Yeşîlgûz" roja yekeşema borî xelata nîştimanî ya Fransayê wergirt.

Xanim (Dîlan Yeşîlgûz) siyasetmedareka Holandî ya serkeftî ye ji bavekî Kurd xelkê Dêrsimê ya bakûrê Kurdistanê ye û daykeka çep ya azadîxwaz ya bi koka xwe turke û ji malbateka siyasî û mirovdost hatiye dunyayê.

Xelata fermana nîştimanî ya leşkerî a şerefê ya şoreşegerî salane bi biryareka nîştimanî ya bilind a Fransayê tê pêşkêş kirin. Îsal jî li Holanda ev şerefe bi "Dîlan Yeşîlgûz" xanimê hate bexşîn.

Serok Partiya Welatî ji bo Azadî û Wekheviyê "Dîlan Yeşîlgûz" bi daxuyaniyekê ragihand, bi şanaziyeke mezin dizanim dema ez vê xelatê werdigrim ku ez wek şoreşger dame destnîşan kirin. Ev jî palpiştiyeke bo min ji bo berdewambûna min di hewlên xwe de bo başkirina peywendiyên navbera Holanda û Fransa û mirovatiyê de.

Ji aliyê xwe ve jî wezîrê navxwe yê Fransayê bi daxuyaniyekê got, li Amistirdamê paytexta Holanda şerefmwend bûm ku min bi navê serok Makron xelata şerefê pêşkêşî xanim "Dîlan Yeşîlgûz" bikim, ev wezîre weku wezîra dad û ewlehiyê ya Holandayê xwedî şiyaneke bêhempa ye û hemû rojê pabende bi pêşvebirina peywendiyên di navbera Fransa û Holanda de

 

XELAT/ Nûnertiya YNK`ê li Holanda