Navenda Laleş fîlmekê li ser cenosîda Êzdiyan amade dike
Berpirsê ragihandina desteya bilind ya navenda Laleş (Karwan Hecî) ragihandiye ku tîmeke xwedî şiyan û jêhatî di warê hunerî de mijûlî çêkirina filmekî taybetin li ser cenosîda Êzdiyan.
(Karwan Hecî) ji malpera NSÊ re diyar jî kiriye ku, di vê fîlmêde çendîn kesayetî û ekter (lîstikvan) têde beşdarin û li çendîn deverên Êzdiyan dê were berhem anîn.
Berpirsê ragihandina desteya bilind ya navenda Laleşê da zanîn û got, ew fîlme berhemê navenda Laleşê ye û ji derhênanê (Mazin Êsyaniye) û ji bîreweriya cenosîda Êzdiyan e ku di sala 2014`an de rûda bû piştre jî bi çalakiyekê ew fîlim li navenda Laleşê wê were nîşandan.
Sekoya Kurmancî