Balyozê NY yê aştiyê li Kongoyê pîrozbahî li Xelata Kurmanca kir

Balyozê NY yê aştiyê li Kongoyê pîrozbahî li Xelata Kurmanca kir

Ji ber derketina jimareya sifrê ya rojnameya XELATê ya kurmancî, balyozê Neteweyên Yekbûyî ya aştiyê li Kongoya Demokratîk Harûn Reşîd ku ji bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye, destxweşî û germtirîn pîrozbahî li proseya damezrandina Xelata Kurmanca û derketina jimareya sifrê ya rojnameya Xelatê kir.
Di peywendiyeke telefonî de bi sernûserê rojnameya Xelatê Hozan Efrînî re balyozê aştî yê Neteweyên Yekbûyî (UN)ê li Kongoya Demokratîk, proseya damezrandina Xelata Kurmancî û derketina rojnameya Xelatê ya bi zerevaya kurmancî pîroz kir û spasiya mekteba ragihandina YNKê kir ku destpêşxeriyeke gelek girîng û watedar di xizmeta çand û wêjeya kurmanca de encamda ye.
Ji aliyê xwe ve jî Hozan Efrîn jî spas û pêzanîna xwe ji bo peywendiya telefonî ya balyoz Harûn Reşîd da zanîn û zelal kir ku wê di demên pêş de, pêngavên YNKê ji bo xebatên vejandina çanda kurmanca berferehtir bibin.
Hêjayî gotinê ye ku di roja 17/4/2022’an de ciwanê Kurd yê ji bajarokê Cindirêsê ya herêma Efrînê  yê Rojavayê Kurdistanê  ji aliyê UNê ve wek balyozê aştiyê hate hilbijartin û niha jî gelek caran di civînên UNê de li Cinêvê amade dibe.

XELAT