Koçberên Şengalê vedigerin warên xwe

Koçberên Şengalê vedigerin warên xwe

Wezareta koç û koçberan a Êraqê ragihand, nêzîkî 500 malbatên din yên koçberan li kampa Şariya ya li parêzgeha Duhokê bi rizamendiya xwe vegeriyane ser mal û mulkên xwe li devera Şengalê.

Diyar jî kir ku di vê heftiyê de eve duyem koma malbatên koçberane ku vedigerin bo warên xwe.

Berî çenda rojên borî jî zêdetirî 800 malbatên Kurd ên Êzîdî xelkê Şengalê û dewrûberê ji kampên li Duhokê bi rizamendiya xwe vegeriyane devera Şengalê.

Hikûmeta Fîderal a Êraqê ji bo vegerîna her malbatekê (4) milyon dînaran dide û her weha derfeta kar ji wan re peyda dike û pêdivî û kelûpelên malên wan jî temam dike.

Wezareta koç û koçberan eşkere jî kiriye ku, li parêzgeha Duhokê 19 hezar û 600 malbatên koçberan û li parêzgeha Hewlêrê jî 4 hezar û 750 malbatên koçberan li kampan mayne.

 

XELAT