Hêjmarek din ji koçberên Şengalê vegerîne
Wezareta koç û koçberan a Êraqê dibêje, 181 koçberên din ji kampa koçberan a devera Şêxanê ya ser bi Duhokê vegerîne ser warên xwe li Şengalê.
Diyar jî kiriye ku ew 181 koçber di çarçoveya cîbicîkirina bernameya hikûmeta Êraqê de ye ji bo vegerîna koçberan bo ser warên xwe .
Ew yek jî aşkira kiriye ku ji bo vegera koçberan bo ser warên xwe bi qasî 4 milyon dînarên Êraqê bo wan hatiye dan û digel dabînkirina parçeyek zevî û pêdiviyên dîtir ji wan hatiye amadekirin û li gor wê bi qasî 724 milyon dînar ji bo wan 181 koçberên Şengalê hatiye xerckirinê.
XELAT