Yûsif Zozanî: Hêro Xan dayîk û xwîşk û rêhevala Pêşmergeyan bû

Yûsif Zozanî: Hêro Xan dayîk û xwîşk û rêhevala Pêşmergeyan bû

Bi boneya salroja jidayîkbûna Hêro Xanê, endamê desteya damezrandina Saziya Serok Celal Talebanî Yûsif Zozanî  ragihand:”Hêro Xan dayîk û xwîşk û rêhevala Pêşmergeyan bû.”

Di nivîseke xwe de, siyasetvan û tekoşerê dêrîn ê kurd Yûsif Zozanî dibêje:”Hêro Xan di roja rojbûna te de, her tiştê ku li ser te tê gotin, tenê beşek ji mozayîka jiyana te ye, ger em bikarin bi dest bixin û bi tevahî vebêjin, dibe ku temam bibe...Pêşmergeya mezin, milîtana şoreşger, ragiandinkara navdar, dayîk, xwîşk û rêhevala pêşmergeyan, parêzgara mîratgeriya şehîdan û zarokên wan, berevankara demdirêj ê jin û mafên mirovan û rêhevala rêya Mam Celal ev hemû beşekin ji nave te.”

Lewra yekane navê ku van xisletan li hev tîne, Hêro Îbrahîm Ehmed e, dema em navê Hêro bi lêv dikin, em van hemû  xisletên  ku me hejmartî di roja rojbûna te de ji bilî vê sernavê tu navekî din nabînim ku ew jî nave te ye. Navekî ku hemû sîfetên te bigihîne hev û ji me re mozayîka temam bike..

Rêz û silav û duayên ji dil bo dişînim û temen dirêjiyê  û tenduristiyek baş jibo te dixwzim ji bira û rêhevalê te yê ku tu carî te ji bîr nake, ey lehenga rojên dijwar.