Fraksyona YNK: Emê mafên hemû welatiyên Kurdistanê biparêzin

Fraksyona YNK: Emê mafên hemû welatiyên Kurdistanê biparêzin

Fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Êraqê ragihand, ku ew dê parêzvaniyê li mafên welatiyên Kurdistanê bikin û gotegotên ku dibêjin ew ji pêşniyara wergirtina paşekefta mûçeyên karmendan vekişiyane red kirin.


Fraksyona (YNK)ê got: Me wek Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û berî şandina proje yasaya bûdceyê bo civata nûneran, me pêşniyarên xwe pêşkêş kirin, ji bo komîteya darayî ya civata nûneran, ku di du xalên serekî de li ser madeya 14ê ya pirojeyê hat zêdekirin heta ku tevahiya mûçeyê paşekeftkirî bê dayîn.

Fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand, ewê careke din ji raya giştî, karmend û welatiyên Herêma Kurdistanê re tekez dikin ku emê weke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dibin parêzvanê mafên hemû welatiyên Kurdistanê bi taybetî jî ev mafê ku deyn li ser milê hikûmeta herêmê ye.


Fraksiyona Yekîtiî daxwaz ji alî û partiyên siyasî kir ku, ewê parastina vê xalê bikin û bang li hevalên xwe yên aliyên din ên li Encûmena Nûneran jî kirin ku di dema xwendina rêziknameyê de piştgiriya wan bikin di vê daxwazê de  di rûniştinê de û dengdana ji bo piştrastkirina wê di pêşnûmeya qanûna budceya federal.