Şivanê Dêra Anababtays Serkeftina Kurd li Kerkûkê pîroz kir
Piştî bidawîbûna bernameya HORÎ ku mêvandariya şivanê dêra Anababtays (Hesen Ehmed) kiribû, serdana govara Xelatê jî kir û pîrozbahiya serkeftina parêzgarê nû yê Kerkûkê kir û xebata govara xelatê bi giring nirxand.
Şivanê Dêra Anababtays ya Amerîkî a li bajarê Silêmaniyê (Hesen Ehmed) her weha kar û xebatên govara xelatê ji bo xizmeta çand û huner û civaka kurd û Kurdistanê bi bilind nirxand û daxwaza serkeftinê ji karmendên xelatê re xwest.
Ji aliyê xwe ve sernûserê govara Xelatê (Hozan Efrînî) bi germî pêşwazî li şivanê dêrê Hesen Ehmed kir ku xizmeta mirovahiyê û pêkvejiyana civaka kurdî dikin.
Hêjayî gotinê ye jî ku di bernameya Horî de jî pîrozbahî li parêzgarê nû yê Kurd ê Kerkûkê kir û got: Ev serkeftina Kurd li parêzgeha Kerkûkê serkeftina hemû gelê Kurd e.
XELAT