Stafa Xelatê Pêşwazî li Nivîskar Fethula Husênî kir

Stafa Xelatê Pêşwazî li Nivîskar Fethula Husênî kir

Nivîskar û Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê (Fethula Husênî) bi giringî behsa rola Sekoya Kurmancî û kovara Xelatê kir.

Roja yekşemê 28/4/2024 Fethula Husênî, nivîskar di rojnameya Kurdistanî Nwê de serdana stafa Xelatê kir û ji aliyê sernivîser Hozan Efrînî û cîgirê wî Dawûd Çîçek û bêjera Radyoya DGK`ê mamosta Roşîn Serêkanî ve hate pêşwazî kirin.

Herdu aliyan behsa pêşhateyên li ser qada netewî û nîştîmanî û Kurdistanî kirin bi taybet jî pêşketina rojnamegeriya kurdî û çawaniya pêşxistina gotara kurdî û bandora wê di nava civakê de.

XELAT