Li Qamişlo festîvala wêje û hunera jinan birêveçû

Li Qamişlo festîvala wêje û hunera jinan birêveçû

Festîvala wêje û hunera jinan ya 9`emîn li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê birêveçû.

9`emîn festîvala Wêje û Hunera Jin bi reng û xemla jinan ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Êzidî, Ermen û Çerkes li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Di vê derbarê Endama Komîteya Nirxandinê ya Beşa kurdî ya Festîvalê (Anahîta Sîno) ji rojnameya Xelatê re ragihand; nehemîn (Festîvala Wêje û Hunera Jin) du rojan dewam kir û têda wêje, huner û tabloyên şêwekarî yên jinan hate pêşandan. diyar jî kir ku,  jinên hemû pêkhateyên bakûr û rojhilatê Sûriyê beşdarî festîvalê bibûn, her weha pêşangeha karên destî jî hebûn.

Amaje bi wê yekê jî kir ku di dawiya festîvalê de xelat û spasname li ser beşdarvanên serketî hatine belav kirin.

Di festîvalê de 21 şêwekar bi 27 tabloyên xwe beşdar bûne, beşa destkariyan de jî 11 kom û 7 kesên serbixwe cihê xwe girtiye her weha 37 berhemên wêjeyî hebûne ji wan 20 bi erebî û 14 bi kurdî bûne, her weha 47 pirtûkên jinan hatine pêşandan.

XELAT