34 sal biser biryara parastina gelê Kurdistanê re derbas dibin
34 sal berê wek îro 5/4 biryara 688 ya Encumena Ewlehiya Navdewletî derket.
Biryar ji bo parastina gelê Kurdistanê ji zilm û zordariya rêjîma berê ya Baas ya hilweşiyayî piştî koçberiya Milyonî ya sala 1991 an de ku wê demê Encumena Ewlehiya Navdewletî qedexeya dijî firînê di paralela 36 a bakûr ragihand.
Her weha ew balfirên ku ew biryar cibicî dikir li baregeha leşkerî ya Încîrlîkê a li Tirkiyê hatibûn bicih kirin û ew qedexe heya bi hilweşîna rejîma berê a ruxayî dirêj kir.
Fransa proje biryara 688 pêşkêşî Encumena Ewlehiya Navdewletî kir û têde daxwaza şermezarkirina “Çewisandinên rêjîma Êraq`ê li ser Kurdan” piştî serhildana gelê Kurdistan`ê li dijî rejîma berê kir.
Di biryarnameyê de wê demê bang li rejîmê hatibû kirin ku dest ji zilm û zordariya li ser Kurdan berde û rêz li mafên mirovan bigire, her wiha daxwaz ji ajansên hawarçûnê yên navdewletî kir ku bersivê bidin pêwîstiyên penaberên Kurd yên ku di koçberiya milyonek kesî de ber bi Îran û Tirkiye ve çûne.
Biryarê daxwaz kir ku rê bidin ajansên mirovî bi temamî ji bo gihandina alîkariyên pêwîst ji welatiyên ji malên xwe koçber bûne ji ber zilm û ne heqiya rejîma berê.
Ev biryar bi deh dengan,li dijî 3 dengên (Yemen, Zîmbabwî û Kûba) û bi 2 dengên bê alî yên (Komara Çîn û Hindistanê) hat pesendkirin.
