Balyozê Rûsya: Pêwendiyên me bi YNKê re başin

Balyozê Rûsya: Pêwendiyên me bi YNKê re başin

Balyozê Rûsyayê li Êraqê  ragihand, peywendiyên Rûsyayê li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hemû aliyên siyasî yên Êraq û Herêma Kurdistanê başin.

Di hevpeyvîneke xwe de Balyozê Rûsyayê derbarê peywendiyên Rûsya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî Balyozê Rûsyayê got, Rûsya ji hemû aliyên siyasî yên Êraq û Herêma Kurdistanê re vekirî ye û ti hevrikî û pirsgirêk di navbera aliyan de bandorê li peywendiyên Rûsyayê nake, ji ber ku aliyek li ser hesabê yê din baştir nabîne.
Tekez jî kir, peywendiyên Rûsyayê ligel her du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hene.