Zêdetir Li 3 Hezar Êzdî Hatine Rizgar Kirin
Nûsîngeha Rizgarkirina Êzdiyên Revandî ragihandiye ku heya niha zêdetir li 3`ê hezar Êzdiyên ku ji Şengalê û Êraqê hatine revandin hatine rizgar kirin.
Berpirsê nûsîngehê Hisên Qaîdî ragihand; heta niha ji giştî 6 hezar û 417 Êzdiyên ku di sala 2014`an de ji aliyê DAIŞ ve hatine revandin, ta niha 3`ê hezar û 583 kes ji zelam û jin û zarok hatine rizgar kirin û zêdetir li 2 hezar û 800 Êzdî jî hîna nehatine rizgar kirin.
Li gorî zanyariyan jî hêjmareke zêde ji Êzdiyên ku hîna nehatine rizgar kirin li kampa Holê ya li Sûriyê de ne.
XELAT