Encumena Penaberan beşdarî di panêla `Minare` de kirin

Encumena Penaberan beşdarî di panêla `Minare` de kirin

Şandek ji Encumena Penaberên Kurdên Rojava – Sûriye û Sekoya Kurmancî roja 18/4/2024 beşdarî di panela (Minare) ya bi navnîşana (Di Pencereya Çînê re) ya li Zanîngeha Silêmaniyê hate lidarxistin kirin.

Panêl bi amadebûna Konsolê Çînê li Hewlêrê û serokê saziya Serok Celal Talebanî Dr. Mihemed Sabir û bi beşdariya rêveberê giştiyê navenda lêkolînan ya Çînî- Erebî ji bo reform û geşepêdanê  li zanîngeha navdewletî ya Şangahay (Pro. Wang Guwangda) û lêkolînvan di navenda lêkolînên rojhilata navîn li medreseya  zimanên biyanî li zanîngeha Pekîn (Pro. Lî Royhng) û mamosta li zanîngeha Helebçe (Dr. Hoşmend Mehmûd) û çendîçn kesatiyên ekademîk birêveçû.

Di panêlê de behsa rola Kurd di pêwendiyên Êraq û Çînê de û siyaseta Çînê li rojhilata navîn û giringiya modernîzekirina Çînê hate gotûbêj kirin. Her weha ew panel yekem panel bû li ser astê Herêma Kurdistanê û Êraqê tê lidarxistin û biryare beşek ji zimanê Çînî jî li zanîngeha Silêmaniyê bê vekirinê.

Ji aliyê xwe ve şanda Encumena Penaberan û Sekoya Kurmancî bal kişandin ser rewşa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û çawa komara Çînê bikare rolek erênî ji bo çareseriya pirsa Kurd li wî welatî bilîze.

Her weha şanda Encumenê şanda Çînî vexwend bo serdana baregeha encumenê taku bi hûrgilî li ser rewşa penaberên Kurd ên Rojav û Sûriyê gotûbêj bikin û çawa dewleta Çînê dikare hevkariyê bike.

XELAT