Enfal û qirkirina jîngehî li salona Kurdistanî Nwê
Îro şeme 18/4/2026 li salona Kurdistanê Nwê li bajarê Silêmaniyê semînerek taybet li ser pêvajoya êrîşên hovane ya Enfalê yên salên 1988`an yên li dijî gelê başûrê Kurdistanê û bi taybetî di warê jîngehî de hate pêşkêş kirin.
Semîner ji aliyê nivîskar Ebdulmutelîb Rifat Serhet ve hate pêşkêş kirin ku pirtûkek taybet bi navûnîşana (Enfal û Îkosayîd) qirkirina jîngehê nivîsandiye û di wê semînerê de bi berfirehî behsa êrîşên Enfalê li dijî gelê kurd hem di ware mirovî û jîngehî de kir û bandora wê li ser xwaza û jiyana xelkê Kurdistanê.
Hêjmarek ji nivîskar û rojnamevan û akademisiyanan di semînerê de amadebûn.




Xelat/ Foto: Heme Omer
