Zozanî projeya Sekoya Kurmancî bilind nirxand

Zozanî projeya Sekoya Kurmancî bilind nirxand

Îro roja çarşemê 29-11-2023`an li bajarê Silêmaniyê, kesayetiya tekoşer û pêşmerge apê (Yusif Zozanî) cîgirê serokê saziya serok Mam Celal Talebanî piştî bidawîbûna bernameya Xelata Kurmancan ya di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê weşandin, sardana Sekoya Kurmancî kir û xebatên wê gelek bilind nirxand.

Her weha mam (Yusif Zozanî) ji aliyê stafa Xelatê (Hozan Efrînî, Dawud Çîçek û Roşîn Serêkanî) ve hate pêşwazî kirin.

Di wê hevdîtinê de, cîgirê saziya serok Celal Talebanî mam Yusif Zozanî kêfxweşiya xwe ji bo damezrandina sekoya Kurmancî da nîşandan û daxwaz kir ku pêwîste bi riya vê sekoya kurmancî nameya tekoşîna serok Mam Celal û rêbaz û çanda demokratîk ya wî bi kurdên bakurê Kurdistanê û hemû kurmancan bide nasandin, ji ber ku Mam Celal xebateke mezin û bê wêne ji bo doza gelê kurd kiriye.

Apê Yusif da zanîn ku her di serdema destpêkirina şoreşa nû ya Kurdistanê de, serok Mam Celal girîngî dida bi zerevayê kurmancî û nivîsa latînî a kurdî, ev pêngav gelek girînge û cihê dilxweşiyê ye.

Ji aliyê xwe ve jî, sernûserê Xelatê Hozan Efrînî bi navê stafa Xelatê spasiya rêzdar apê Yusif kir ku piştgiriya projeya sekoya Kurmancî kir û destxweşî li sardana wî û pîrozkirina wî ji kar û xebatên Malper û Rojnameya Xelatê re kir.

Xelat