Encumena Penaberên Kurd serdana Lîwa Q. Xoranî kir

Encumena Penaberên Kurd serdana Lîwa Q. Xoranî kir

Duh roja înê 2-8-2024 li devera Raperînê, şandeke Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê serdana Lîwa (Qadir Xoranî) kir.

Di wê serdanê de, serokê Encumenê (Hozan Efrînî) bi hevrêtiya (Bekir Reşîd Bîlal) bi boneya bilindbûna pileyê wî ji Emîd bo lîwa, û ji ber erk û xebat û tekoşîna wî li barê parastina kurdên Êzidî li Şengalê û cêbicêkirina erkên xwedî lêderketina li axa Şengala pîroz, çepke gulek pêşkêş kir.

Her weha ji aliyê xwe ve, serokê Encumena Penaberên Kurd Hozan Efrînî tekez li ser erkên netewî û parastina jiyana xelkên kurd ji êrişker û komên li dervayî yasayan ku xwe bi navê dewleta Îslamî didan nasîn, spasî pêşkêşî lîwa Qadir Xoranî kir û kar û xebatên fewca pêşmergeyan bilind nirxand.

Her ji aliyê xwe ve jî, lîwa Qadir Xoranî, dilxweşiya xwe da nîşandan û spasiya hatina şanda Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.

Hêjayî gotinê ye ku di 3-8-2014`an de, dema ku DAIŞê êrişî Şengalê kir, berpirsê fewca pêşmergeyên ser bi YNKê emîd (Qadir Xoran) û (Helo Pêncwênî) biryara mandinê dan û xwe dan pal kurdên Êzidî tako wan bibparêzin.

Xelat