Sêyemîn salvegera koça dawiya hunermend Selah Resûl
Îro roja yekşemê 3`mîn salvegera koça Selah Resûl e ku di 27/10ê sala 2021`an de li bajarê Eysin ya Almaniyayê koça dawî kiribû.
Hunermend Selah Resûl di sala 1952`an li taxa Enteriyê ya Qamîşloyê hatiye dinê ku di heyama meşa xwe ya hunerî de bêhtir ji 1000 stran saz kiriye û derxistiye rojeva hunera kurdî.
Her weha zêdetir ji 100 rist û helbestên helbestvanê mezin ê kurd Cegerxwîn amadekirî û bi awaz kiriye û kiriye stran ku ji wan stranan jî, strana (Dê Lorî Lorî) ku di sala 1977`an de sazkiribû û piştre jî ji aliyê hunermend Şivan Perwer ve hatiye gotin û stran.
Her weha yek ji hunermendên ku di destpêka ahengên Newroza Qamişloyê de stran gotiye ye.
Xelat-Roşîn Serêkanî
