Serokê YNK`ê pêşwazî li mirovê herî kin yê cîhanê kir

Serokê YNK`ê pêşwazî li mirovê herî kin yê cîhanê kir

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê Bafil Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li (Efşîn Qadirzade) mirovê herî kin yê cîhanê kir.

Di wê hevdîtinê de ku xanima yekem ya Êraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed û endamê mekteba siyasî ya YNK`ê Serkewt Zekî û endamê serkirdayetiyê Serkewt Hesen û Serokê Giştî yê Komela Bejin kinên Kurdistanê Omer Cebar amadebûn, Serokê YNK`ê bi germî bixêrhatina Efşîn Qadirzade kir bo bajarê Silêmaniyê.

Serok Bafil got; Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi hemû awayekî piştgîriya maf û daxwaziyên rewa yên bejinkinan û xudan pêdiviyên taybet dike û baweriya YNK`ê ya temam heye bi yasayeke hemdem ku parêzerê mafên wan bê.

XELAT