Zarokên Penaber Roja Cîhanî ya Zarokan pîroz kirin

Zarokên Penaber Roja Cîhanî ya Zarokan pîroz kirin

Bi boneya roja cîhanî ya zarokan, rêxistina UNICEF ahengek li kampa Barîka ya ser bi bajarokê Erbet ya parêzgeha Silêmaniyê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê lidar xist.

Aheng bi beşdariya şandeke Encumena Penaberên Kurdên Rojava – Sûriyê bi serokatiya serokê Encumenê Hozan Efrînî û birêveberê giştiyê rêxistina UNICEF û rêveberiya kampê û asayîşa kampê birêveçû.

Di ahengê de zarokên penaber ên Kurdên Rojava çend mûzîk û stran pêşkêşî amadevanan kirin û tîpa govendê ya zarokan jî çend govendên floklorî pêşkêş kirin û piştre jî ji aliyê Rêveberê giştiyê UNICEF û serokê Encumena penabewrên Rojavayê Kudistanê ve xelat li ser zarokan hatin belav kirin.

XELAT