Peyamên sersaxiyê ji bo koça dawî ya nemir Omer Cefer

Peyamên sersaxiyê ji bo koça dawî ya nemir Omer Cefer

Peyama sersaxiya YNKê ji bo partiya Pêşverû

Bi boneya koça dawî ya xebatkarê kurd endamê mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Pêşverû a Kurd li Sûriye nemir (Omer Cefer) , mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê peyameke serxweşî arasteya Partiya Pêşverû û malbata koçkirî kir û tê de xemgîniya xwe bi koça dawî ya siyasetmedarê dêrîn ê kurd Omer Îsmaîl Cefer anî ser ziman û serê partiya Pêşverû û malbata nemir xweş kir.

Peyama Saziya Serok Celal Talebanî

Her weha Saziya Serok Celal Talebanî jî peyameke sersaxiyê bi boneya koça dawî ya tekoşerê dêrîn ê kurd Omer Cefer arasteya partiya Pêşverû û tevahiya malbata nemir kir û têde sersxî araste kir û rola kesayetiya nemir Omer Cefer anî ser ziman.

Di heman babetê de, cîgirê serokê saziya Serok Celal Talebanî Yûsif Zozanî jî peyameke sersaxiyê arasteya partiya Pêşverû û malbata nemir kir û sersaxî ji wan re xwest.

Derbarê cihê sersaxiyê li Herêma Kurdistanê de, wê roja 15/9/ û 16/9/2024 li baregeha Partiya Pêşverû ya li Tûmelîkê ku li hember xweringeha Roma ye di demjimêr 10 sibê heya 8 ê hêvarî birêve biçe.

Xelat