Qubad Talebanî: Roja Şehîd a YNK`ê roja nûkirina peymana bi gelê Kurd re ye

Qubad Talebanî: Roja Şehîd a YNK`ê roja nûkirina peymana bi gelê Kurd re ye

Qubad Talebanî serpereştiyarê mekteba sekretariyeta Serok Mam Celal, di roja şehîd a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê de peyamek weşand û ragihand: "Her çiyayek û gir û bostek ji deştên vê Kurdistanê, her gund û tax û kolanekî vî welatî bi xwîna pîroz ya şehîdekî hatiye xemilandin."

Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî kiriye ku, "Hêjmara şehîdan ji me re dibêje ku, YNK`ê hîzba şehîdane û mulkê hemû gelê Kurdistanê ye, roja Şehîd a YNK`ê roja nûkirina peymana bi gelê Kurd re ye."

 

XELAT