Zanîngeha Kobaniyê 4 kolejên nû vedike
Encûmena birêvebir a Zanîngeha Kobanê ji bo sala nû ya xwandinê biryara vekirina çar kolejên nû da .
Encûmena Zanîngeha Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê biryar da ku fakulteya mafnasiyê , peymangeha bilind ya ragihandinê, beşa baxçeyê zarokan û beşa zimanê îngilîzî ji sala xwendinê 2024/2025 bên vekirin.
Zanîngeha Kobanê di 30ê tîrmeha sala 2017an de hatiye vekirin û ji kolejên Wêjeyî, Zanistî, Perwerde, Peymangeha Zanistên Perwerdeyî, Peymangeha Teknîkî, Peymangeha Jimêryarî û peymangeha Pijîşkî pêk tê. hêjayî gotinê ye ku zanîngeha Kobanê wekû hemû zanîngehên Rojavayê Kurdistanê bi kurdî zaravayê kurmancî xwendin tê dayîn.
XELAT/ Rûpela Zanîngeha Kobaniyê