Pêkhatên Elewî ketine metirsiyan
Li bajarê Himsê ya Sûriye, ev du rojin, rewşa taxên Elewiyan nelibare, her diçe aloztir û metirsîdartir dibe.
Ji ber buyereke ne rewa ku li dijî jin û mêrekî erebên Sune pêkhatibû, erebên Sune dest bi êrişên mezin ên çekdarî li dijî taxên xelkên Elewî kirin û talankirin û şewtandin û gelek kiryarên din encam dan.
Ev kar ji aliyê piraniya rewşenbîr û kesayetiyên demomratîxwez ve hate şermezar kirin û nepejirandin.
Ji ber ku rewşa pêkhatan bi giştî dikeve metirsiyan û ber bi şerê navxweyî ve diçe û wê di demên pêş de, aloziyan şerê navxwe, girantir û berferehtir bibe.
Êlên erebên sune bi çek û tivingan li ber çavên desthilatê êrişî bo ser sivîlên elewiyan dikin û her kes bêdeng û xwe ji widerna nakin. Ev yek tirs û nelihevî xiste dilê pêkhatên elewî û ên din li tevahiya axa Sûriye.
Xelat
